Parêzgarê Hewlêrê serdana Parêzgariya Diyarbekirê kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ku ji bo beşdariya Yekemîn Pêşengeha Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Diyarbekirê ye, îro serdana Parêzgariya Diyarbekirê kir û ji aliyê parêzgar Munîr Karaloglu ve hat pêşwazîkirin.
Umêd Xoşnaw piştî vekirina Pêşengeha Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li demjimêr 16.00 serdana parêzgariya Diyarbekirê kir û ligel Parêzgar Munîr Karaloglu civiya.
Piştre jî parêzgarê Hewlêrê Xoşnaw û şanda pê re, ligel parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu serdana Sîteya Pîşesaziyê ya ku îro teqîn lê rû dabû û 15 kes birîndar bûbûn kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest.
Xoşnaw di axaftina xwe ya vekirina pêşengehê de, daxwaza pêşxistina bazirganiya her du aliyan û destpêkirina seferên balafiran ên rasterast di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin