Parêzgarê Urmiyê îro serdana Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiqmotemêdiyan, îro serdana Hewlêrê kir.
Li gor zanyariyan, Parêzgarê Urmiyê di çarçoveya serdana xwe de, bi Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw re çû serdana qelha Hewlêrê jî.
Herwiha hat ragihandin ku her du parêzgar, Balyozê Îranê yê li Hewlêrê jî bi wan re, di nava qelha Hewlêrê de geriyan.
Hêjayî gotinê ye, Parêzgarê Urmiyeyê li gel şanda Îranî ji bo beşdarî duyemîn civîna hevbeş a di navbera parêzgeha Hewlêr û Urmiyeyê de serdana Hewlêrê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin