Sandek bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê îro serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd – İro şandek bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Sadiq Mutemedyan, bi armanca guftûgokirina tevgera bazirganiyê, serdana Hewlêrê dike.
Li gor Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir diyar kiriye, berî du mehan ji bo baştirkirina tevgera bazirganiyê, şandeke parêzgeha Hewlêrê serdana Urmiyê kiribû û îro jî şandek bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Sadiq Mutemedyan serdana Hewlêrê dike.
Qadir destnîşan kiriye, armanca serdana şanda parêzgeha Urmiyê ew e, guftûgoyan li ser baştirkirina tevgera bazirganiyê bikin û ew pirsgirêk û astengiyên li pêş cibicîkirina xalên hevtêgihîştina di navbera her du aliyan de hene çareser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin