Parêzgarê Hewlêrê serdana parêzgariya Ûrmiyê kir
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw 26ê Kanûnê roja Yekşemê ligel şandekê serdana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê kir.
Şanda şaredariya Hewlêrê ji aliyê Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muitemidiyan ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de Umêd Xoşnaw û Muitemidiyan pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de nirxnadin û têkezî li ser pêşvebirina pêwdendiyên Urmiye û Hewlêrê kirin.
Li gorî ragihandina Ajansa Fermî ya Îranê Umêd Xoşnaw û Mihemed Sadiq Muitemidiyan tekezî li ser çareserkirina asteniyên li ber bazirganiya di navbera parêzgehên Urmiye û Hewlêrê de kirine.
Parêzgarên Hewlêr û Urmiyê di civînê de, hêvî xwestine ku hevbeşiya aborî û kultûrî di navbera herdu aliyan de zêdetir pêş bikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin