Pêsniyara balkês a Almanyayê ji Îsraîlê re!
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand, Almanyayê piştgiriya leşkerî û teknîkî pêşkêşî Îsraîlê kiriye û got, "Gotin hewcedariya wan bi piştgiriya leşkerî û teknîkî nîne."
Di axaftina Pistorius a li Meclîsê de diyar kir, wan alîkarî pêşkêşî hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Galant û Ataşeyê leşkerî yê Balyozxaneya Îsraîlê ya li Berlînê kirine.
Pistorius got, "Herduyan jî gotine ku heta niha pêdiviya wan bi piştgirîyeke leşkerî û teknîkî nîne." Pîstorius diyar kir, mijar mijara desteka siyasî ye û piştgiriya siyasî ya Almanyayê ya ji bo Îsraîlê eşkere ye.
Herwiha got, "Pêşniyazeke me jî heye heta radeya ku em dikarin ji aliyê mirovî ve alîkariyê bikin, lê heta niha daxwazeke wiha nehatiye kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin