Petrola Kurdistanê rojane 75 hezar bermîl zêde bûye

11 November 2019 21:48 0 dîtin
Petrola Kurdistanê rojane 75 hezar bermîl zêde bûye

PeyamaKurd - Navenda Pîvana Aborî ya Rojhilata Navîn (MEES) ragihand ku di sala 2019an de asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê rojane 75 hezar bermîl zêde bûye û berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê bûye nêzîkî nîv milyon bermîlan.

Li gorî MEESê di sala 2020an de asta berhemanîna petrolê li bîrên petrolê yên Germiyan, Hewlêr û Sersengê wê gelekî bilind bibe ku ew bîr ji aliyê kompanyayeke Amerîkî ve têne birêvebirin.

Herwiha MEESê diyar kir ku sala pêşiya me wê Herêma Kurdistsnê asta berhemanîna rojane ya petrolê 500 hezar bermîlan derbas bike, ji ber ku kompanyayên petrolê weberanîna xwe li Herêma Kurdistanê zêde kirine.

Bi zêdebûna berhemanîna petrolê re, aboriya Herêma Kurdistanê jî xurtir dibe ku du salên borî bi jidestdana Kerkûkê re, rewşa aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê ketibû krîzê.