Hikûmeta Iraqê rojane 9 hezar bermîl petrola Kerkûkê difirose Urdinê
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê rojane nêzîkî 9 hezar bermîlên petrolê hinardeyê Urdinê dike ku li gorî rayedarên Urdinê, sala 2019an, 261 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bi nirxekî erzan kirîne.
Wezîra Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Urdinê Hale Zewatî ragihand, welatê wan di Tebaxa îsal de bi giştî rojane 8,400 bermîlên petrolê ji Iraqê hawirde kiriye.
Hale Zewatî gotiye, ji ber rêkarên taybet ên herdu welatan ên ji bo kontrolkirina vîrusa Koronayê, tankerên iraqî yên ku petrola Kerkûkê bo Urdinê vediguhestin, neçar bûne li navçeya azad a bazirganiyê ya di navbera herdu welatan de barê xwe yê petrolê vala bikin û ji wir ve ew petrol bi rêya tankerên Urdinî bo nav welat hatiye veguhestin.
Zewatî ragihandiye, 888 tankeran petrol di navbera Iraq û Urdinê de veguhestine.
Wezîra Urdinî eşkere jî kiriye, ji 31yê Tebaxa 2019an heta 31ê Tîrmeha îsal hikûmeta Iraqê du milyon û 705 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bi rêya 10 hezar û 268 tankeran ji santrala Bêcî ve bo kompanyaya przûtina petrola Urdinê li Zerqayê veguhestine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gor rêkeftineke navbera hikûmetên Iraq û Urdinê, Iraq rojane nêzîkî 10 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê bi nirxê ji16 dolaran ji nirxê petrola Brent kêmtir, difiroşe Urdinê.
Petrola ku Iraq ji Kerkûkê hinardeyî Urdinê dike, ji sedî 7ê pêwîstiya wî Urdinê ya bi petrola xav e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin