Petteri Orpo bû serokwezîrê nû yê Fînlandiyayê

03 April 2023 11:06
Petteri Orpo bû serokwezîrê nû yê Fînlandiyayê

PeyamaKurd – Petteri Orpo bû serokwezîrê nû yê Fînlandiyayê.

Li gorî encamên ne diyar ên hilbijartinên giştî yên Fînlandiyayê, Partiya Koalîsyona Neteweyî ya muhafazakar bi rêjeya ji sedî 20,8 dengan bi ser ket.

Petteri Orpo bû serokwezîrê nû.

Partiya Fînlandiyayên Rast, ji sedî 20ê dengan stendin.

Partiya Sosyal Demokrat a bi serokatiya Serokwezîr Sanna Marîn ji sedî 19,9ê dengan stend û di hilbijartinan de bû partiya duyem.

Li gorî vê yekê, di parlamentoya Fînlandiyayê ya ji 200 kursî pêk tê, Partiya Koalîsyona Neteweyî wê 48, Partiya Fînlandiyayên Rast 46, Partiya Sosyal Demokrat jî 43 kursî bi dest bixin.

Partiya Navendî wê bi 23 wekîlan, Yekîtiya Keskan 13 û Tifaqa Çep jî bi 11 wekîlan bên temsîlkirin.

Tê payîn ku Partiya Gel a Swêdê 9 wekîlan hilbijêre.

Kursiyên mayî wê di navbera partiyên din û namzetên serbixwe de bên parvekirin.