Serokwezîrê Fînlandiyayê: Ez difikirim ku Putin qels dibe
PeyamaKurd- Serokwezîrê Fînlandiyayê Petteri Orpo ragihand ku ew bi rastî nizanin ka di demên dawî de li Rusyayê çi qewimî û wiha got, “Ez difikirim ku Vladimir Putin lawaz dibe."
Petteri Orpo, beriya Lûtkeya Rêberên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li paytexta Belçîka Brukselê, ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku piştî ku ew wekî Serokwezîr hat hilbijartin, ev yekemîn civîna YEyê ye.
Orpo amaje bi wê yekê kir ku ew kesekî dilsozê Ewropayê ye û tekez kir ku hikûmeta nû ya Fînlandiyayê, bi serweriya hiqûqê ve girêdayî ye û alîgirê YE û NATOyê ye.
Petteri Orpo diyar kir ku îro yek ji mijarên sereke dê Ukrayna be û wiha dewam kir.
"Divê heta ku pêwîst be em piştgiriya Ukraynayê bidomînin. Divê em îşareteke zelal ji gelê Ukraynayê re bişînin ku em li cem wan in û bi xurtî piştgiriya wan a siyasî bi alîkariyên leşkerî, aborî û mirovî dikin. Pêdiviya me, bi toleyên bihêztir ên li ser Rusyayê heye.
Em bi rastî nizanin dê di demek nêzîk de yan di pêşerojê de li Rusyayê çi bibe. Ji ber vê yekê divê em sînorê xwe xurt bikin. Niha li wir rewş normal e, ev tiştekî baş e. Lê pêwîstiya me, bi kontrolkirina sînorên derve bihêztir heye û helbet pêwîstiya me bi hevkariya zêdetir bi welatên endam li ser sînoran heye. Em nizanin ka vê dawiyê li Rusyayê çi qewimî. Lê ez difikirim ku Vladimir Putin qels dibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin