Putin, car din Mihail Misustin kir serokwezîrê Rûsyayê
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî cara 5em bû serokê Rûsyayê, car din Mihail Mişustin kir serokwezîrê Rûsyayê. Wê Mişustin di hefta pêşiya me de navên endamên encumena wezîran wek lîstekî pêşkêşî îmza Putin bike.
Di dawiya sala 2020an de, serokê Rûsyayê Putin serokwezîrê wê wextê Dmitry Medvedev ji serokwezîrtiya Rûsyayê girtibû û di şûna wî de Mihail Mişustin kiribû serokwezîr.
Ji bo serokwezîrtiya Mihail Mişustin di baskê jêr yê pralementoya Rûsyayê di Dumayê de, serokwezîrtiya wî ket ber dengdanê û Duma di dengdanê de serokwezîrtiya wî qebûl kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin