Serokwezîrê Rûsyayê Misustin bi Kovid-19 ê ket
PeyamaKurd- Serokwezîrê Rûsyayê Mihail Mişustin bo serokê Rûsyayê Putin agahî da ku bi Kovid-19 ê ketiye. Muşistin got ku li ser daxwaza doktoran wê xwe bi xwe karantîna bike.
Mişustin xebera xwe di rêya video konferansê de bo Putin ragihan û got ku ew testa xwe ya Kovid-19 ê çêkiriye û testa wî ya Kovid-19 ê positiv derketiye. Musiştin got ku naxwaze hevalbendên xwe bixe talûkê lê wê bi hevalên xwe re di rêya teknolojiyê de di nav têkiliyan de be.
Musiştin her weha bo xebatên serokwezîrtiyê derengî neminin, wekaletê da yekemîn cîgirê xwe Andrey Belousov. Misuştin ji serê salê de serokwezîrtiya Rûsyayê dike. Ekonomîst û siyasetmedar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin