Serokwezîrê Kurdistanê bi Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê re civiya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê civînê de diyar kir: “Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyayê yê li Iraqê birêz Ilbrus Kutrashiv û şandeke pê re kir.”
Di berdewamiyê de Serokwezîr eşkere kir: “Di civînê de me guftûgo di derbarê rewşa giştî ya Iraq û deverê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.”
Herî dawî got: “Mijareke din a civîna me taybet bû bi girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî li ser esasê destûrê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin