Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi Balyozê Danîmarkê yê nû li Iraqê Christian Thorning re civiya.
Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Danîmarkayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Danîmarkayê nîşan da.
Herwiha Balyozê Danîmarkê spasiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û hevahengiya baş a ligel balyozxaneya welatê xwe. Herwiha bal kişand li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.
Hat zanîn, girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin