Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Balyozê nû yê Komara Çekê re civiya

25 November 2021 14:29 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Balyozê nû yê Komara Çekê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê 25ê Mijdara 2021ê, bi Balyozê nû yê Komara Çekê yê li Iraqê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de,  pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê Komara Çekê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest ji bo pêşvebirina pêwendiyên Komara Çekê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinê de, Balyozê Komara Çekê bal kişand ser pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çekê û amadebûna welatê xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de ragihand, herwiha diyar kir, amadekarî dikin ji bo şandeke bazirganî ya Çekê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û derfetên danûstandina bazirganî û veberhênanê gotûbêj bikin.

Herwiha girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, rewşa Iraqê piştî hilbijartinên parlamentoyê û rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.