Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro bi Balyozê nû yê Kuweytê re civiya

30 November 2022 14:34 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro bi Balyozê nû yê Kuweytê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi Balyozê nû yê Kuweytê li Iraqê Tariq Ebdullah El-Ferec re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de pîrozbahî li destbikarbûna balyozê nû yê Kuweytê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.

Herwiha di civînê de, gotûbêj li ser pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuweytê de hatin kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza pêşvebirina pêwendiyên di hemû waran de bi Kuweytê re dubare kir.

Balyozê Kuweytê avedanî û pêşkeftina  Kurdistanê bilind nirxand û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.