“Pêwîst e hikûmeta Iraqê di bin sîbera 3 prensîban da bê avakirin”
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ragihand, pêwîst e proseya siyasî ya Iraqî li ser her sê binemayên hevparî, lihevkirin û hevsengiyê bi hemû hûrgiliyên xwe ve bê avakirin û mîkanîzm û demek ji bo cibicîkirina wan her sê perensîban werin danîn, bo hemû pêkhate hest bikin ku di proseya siyasî ya Iraqê de hevpar in û her di bin ronahiya van perensîban de jî hikûmet were pêkanîn.
Serok Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şanda ligel wî qebûlkir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê ji piştî hilbijartinan û hewlên pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê girîng û yekalîker e û ew sê binemayên ku Serok Barzanî amaje pê kirine, riya dirust û guncaw e û ew piştevaniyê lê dikin.
Brett McGurk got: “Em şanaziyê bi wê hevpariyê û hevahengiyê dikin, ku bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re di şerê li dijî terorê de kiriye û berdewam dibe jî.” Rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di hevkêşeya siyasî û şerê têkşikandina teroristan li navçê de bilind nirxand û bi roleke girîng û yekalîker binav kir.
Bi boneya salvegera enfalkirina Barzaniyan, Brett McGurk careke din pirsa hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyên enfalan derbirî, herwiha hevxemiya xwe jî bo malbatanên şehîdên vê dawiyê yên şerê li dijî DAIŞê de û karmendê di bûyerê êrîşa terorî li ser parêzgariya Hewlêrê de jî derbirî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin