Peyama Biden ji bo Xezzeyê: Ji bo bidawîkirina ser ez ê xebata xwe bidomînim

23 July 2024 10:01 0 dîtin
Peyama Biden ji bo Xezzeyê: Ji bo bidawîkirina ser ez ê xebata xwe bidomînim

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden soz da ku "ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê bi Îsraîlî û Filistîniyan re xebatên xwe bidomîne."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Biden ku ji pêşbirka serokatiyê vekişiya û li şûna wê Kamala Harris wekî namzet nîşan da, bi telefonê beşdarî civîna hilbijartinê ya ku Harris li Delaware pêk anî bû.

Biden piştgîriya xwe ji bo Harris dubare kir û li ser rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û Xezzeyê peyam da.

Biden got: "Ez ê ji nêz ve bi Îsraîlî û Filistîniyan re bixebitim ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê."

Ji aliyê din ve, rayedarekî Amerîkî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, derbarê hevdîtina Biden-Netanyahu de daxuyaniyek da, ku tê meraqkirin gelo dê bi eşkereyî pêk were.

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku tê payîn Biden 25ê Tîrmehê roja Pêncşemê li Qesra Spî bi Netanyahu re bicive.