Peyama civîna Enqere-Samê ya Amerîkayê: Divê çewisandina Esed were nirxandin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê civîna Tirkiye-Sûriye-Rûsya ya ku li Moskowayê hat lidarxistin de got, "Em bang li dewletan dikin ku zilma ku rejîma Esed di 10 salên dawî de li gelê Sûriyeyê kiriye bi baldarî binirxînin."
Di bersiva pirsa Dengê Amerîka ya Tirkî ya derbarê hevdîtina Enqere-Şam-Moskowê de, berdevkêkî ji Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir, siyaseta wan di vê mijarê de nehatiye guhertin.
Berdevk got ku ew "piştgiriya welatan nakin da ku têkiliyên xwe baştir bikin û piştgiriyê nadin Beşar Esed da ku desthilata xwe ya berê vegerîne".
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, ew nûçeyên derbarê hevdîtinê de dişopînin û got: “Em bang li dewletan dikin ku bi baldarî li ser çewsandina rejîma Beşar Esed li dijî gelê Sûriyê di 12 salên dawî de û rêjîmê bi berdewamî rê li ber gihandina xelkê Sûriyê bo alîkariyên mirovî û ewlekarî yên rizgarker digire binirxînin.”
Di nirxandinê de wiha hat gotin: “Di dema ku gelê Sûriyê ji şerê ku ev nêzî 12 sal in berdewam dike, êş û azaran dikişîne, piştgiriya me ya ji bo çareseriya siyasî ya di bin serokatiya Sûriyê de li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî berdewam dike. Em ê bi hevalbendên xwe, hevkarên xwe û Neteweyên Yekbûyî re berdewam bin da ku çareseriyek siyasî ya mayînde pêk were.”
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ê ku do bi Serokê Giştî yê MÎTê Hakan Fîdan re ji bo hevdîtina fermî ya Enqere û Şamê piştî 11 salan çû Moskowa paytexta Rûsyayê diyar kir, wan li ser berdewamiya hevdîtinên sê alî li hev kirine.
Akar wiha got: “Me destnîşan kir ku divê pirsgirêka Sûriyeyê di çarçoveya biryara 2254an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî berfireh û tevayî bê çareserkirin. Di vî warî de em dibînin ku xebatên wê di rojên pêş de bên kirin, wê ji bo aştî û aramiya herêmê û Sûriyê alîkariyeke cidî bike.”
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî eşkere kir, civîna li Moskovayê ji bo lihevkirina nexşerêyeke girîng e.
Çavuşoglu got, di muzakereyên pêş da wê daxwazên Sûriyeyê diyar bibin û wiha got: "Hevdîtinên bi Sûriyeyê re têkoşîna me ya li dijî terorê asteng nake."
Çavuşoglu îdiayên ku di medyaya Erebî da tên kirin ku dibêjin 10 roj berê li Lazkiyeyê bi Esed ra hevdîtin kirine derewand û got ku "Tu wezîran bi Esad re hevdîtin nekirine."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin