“Peyama Serok Barzanî ji tevahiya Kurd û Ereban û ji cîhanê jî pistgirî girt”

20 May 2018 18:53 0 dîtin
“Peyama Serok Barzanî ji tevahiya Kurd û Ereban û ji cîhanê jî pistgirî girt”

PeyamaKurd - Çavdêrên siyasî dibêjin, baştir e ku aliyên Kurdistanî yê ku di hilbijartinê de biser ketine, bi yekrêzî û bi yekdengî biçin Bexdayê ji bo bidestveanîna mafên destûrî yên Kurdistanê. Herwiha amaje bi peyama Serok Barzanî ya duhî dikin û dibêjin hemû aliyên Kurdî û aliyên Erebî û cîhanî jî piştgiriyê li wê peyamê dikin.

Çavdêrê siyasî Karwan Salih ji malpera PDKê re ragihand: “Peyama Serok Barzanî bersivek e ji bo hemû aliyên Iraqî bi teybetî jî ew aliyên ku dixwazin hikûmeta nû pêk bînin, ku divê fêm bikin êdî nabe mafên destûrî û yasayî yên xelkê Kurdistanê binpê bikin, ji ber ku eger binpêkirina mafê Kurdistanê berdewam be dê kes nikaribe rêya xelkê Kurdistanê bigre ku bi aliyê serxwebûnê ve neçin.”

Karwan Salih wiha got: “Encamên van hilbijartinan bersivek bûn ji aliyê xelkê Kurdistanê ji bo wan aliyên ku pişta xwe bi perçebûna Kurdan girê dida, lewma jî pêwîst e hemû alî zanibin ku dema Kurd bi yekîtî biçin Bexdayê dê pir bihêz bin. Baştirîn rê ew e ku hemû aliyên Kurdistanî pêkve biçin û xebatê ji bo mafên destûrî yên Kurdistanê bikin.”

Çavdêrê siyasî Ebdulxenî Elî Botanî jî ji malpera PDKê re ragihand: “Yekîtî û yekrêzî merceke sereke ye ji bo ku Kurd bihêz vegerin Bexdayê û daxwaza mafê xwe bikin. Nexasim jî niha PDK daxwaza yekrêziyê dike û dibêje pêwîst e em nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi yek deng li Bexdayê kar bikin.”

Botanî wiha got: “Nabe êdî em wext ji destê xwe bidin û pêwîst e em destê xwe bidin hev û daxwaza mafê hemû gelê Kurd bikin û bi vê yekê em biser bikevin. Peyama Serok Barzanî bi zelalî behsa gelek tiştan kiriye, wek nakokiyên Hewlêr û Bexdayê, ku çawaniya çareserkirina wan nakokiyan û vekirina lapereyeke nû di medyayên cîhanî de deng vedaye û herwiha tevahiya Kurd û Ereban û aliyên cîhanî jî piştgîrî lê kirine.”