Peymana bi 1,2 trîlyon dolarî hat îmzekirin

30 November 2018 22:19 0 dîtin
Peymana bi 1,2 trîlyon dolarî hat îmzekirin

PeyamaKurd- Di zîrwe ya G-20an ya li welatê Arjantînê, li payîtexta wê Buenos Airesê, peymaneka girîng hat îmzekirin. Peyman di navbera Amerîka-Kanada-Meksîka (USMCA) de hat îmzekirin lê miqdarê wê 1.2 trîlyon dolare. Arjantîn jî bû xwediyê mala îmzeyê.

Peyman ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump, serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau û serokê dewleta Meksîkayê Enrique Pena Nieto ve hat îmzekirin. Washington sala çûyî peymanê car din bo nûkirinê ji muzakereyan re vekiribû û niha halê dawiyê sitend û hat îmzekirin. Trump bo îmzekirina peymanê weha got:

“USMCA di dîrokê de peymana herî mezin, girîng, nûjen û bi mêzên e. Wê bo welatên me gelek bi fêde be.”