Pezeskiyan: Em ê bi tedbîr û zîrekiyê bersiva ehmeqiya ‘Îsraîlê’ bidin

27 October 2024 15:40 0 dîtin
Pezeskiyan: Em ê bi tedbîr û zîrekiyê bersiva ehmeqiya ‘Îsraîlê’ bidin

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, li ser êrîşa pêr a Îsraîlê bi ser binkeyên leşkerî yên Îranê de, daxuyanî da û got, ew dê bi tedbîr û zekayê bersivê bidin.

Pezeşkiyan, li ser medya civakî Xê peyamek belav kir û tê de, sersaxî da malbatên leşkerên di êrîşa Îsraîlê de can dane û got: “Bila dijminên Îranê bizanin ku ev mirovên cesûr axa xwe diparêzin û dê bi tedbîr û zîrekiyê bersiva her cûre ehmeqiyê bidin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê wekî bersiva êrîşa 1ê Cotmehê ya Îranê bi moşekên balîstîk bi ser Tel Avîvê de, li Tehran, Xuzistan û Îlamê êrîşî xalên leşkerî yên Îranê kiribû. Îrane ragihandibû ku sîstema berevaniyê bi serkeftî bersiva êrîşan daye û ziyaneke bi sînor çêbûye.