Pisporê têkiliyên navnetewî: Li Rojhilata Navîn tenê Kurdistan hevbesê ewlekarî û aboriya Amerîkayê ye
PeyamaKurd – Nivîskar û pisporê têkiliyên navnetewî yê Amerîkî Matthew Zeiss diyar kir, li Rojhilata Navîn tenê Kurdistan hevbeşê ewlekarî û aboriya Amerîkayê ye.
Nivîskar û pisporê têkiliyên navnetewî yê Amerîkî Matthew Zeiss, di nivîseke ji malpera Real Clear Energy re nivîsandiye de, di derbarê Kurdistanê û hevbeşiya navbera Kurdistan û Amerîkayê de eşkere kiriye, li Rojhilata Navîn hevbeşê herî girîng û sereke yê di warê ewlekarî, aborî û enerjiyê de Kurdistan e û lazim e Amerîka berevaniyê ji Kurdistanê re bike.
Herwiha di berdewamiyê de daye zanîn, êrîşên komên çekdar ên ser bi Îranê ve ji bo ser rafîneyên petrol û gazê yên Kurdistanê, berjewendiyên aborî yên Amerîkayê dixin metirsiyê, lewre lazime Amerîka di vî warî de berevanî ji Kurdistanê re bike.
Matthew Zeiss li ser biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê yên derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê de jî nivîsandiye û gotiye, ev biryarên han li ser daxwaza Îranê hatine dayîn, ji ber ku Îran dixwaze di warê aborî de Kurdistanê kontrol bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin