Pistgiriya Îngilîstanê ji bo 'wî' welatî: Em amade ne alîkariyê bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngilîstanê Rishi Sunak diyar kir ku ji ber erdhejên li Japonyayê ji bo piştgiriyê amade ne.
Di daxuyaniya Ofîsa Jimar 10 a Serokwezîrê Îngilistanê da Sunak wiha got: "Fikrên min li gel her kesê ku ji erdheja Japonyayê zirar dîtiye re ye."
Sunak di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Serokwezîrê Japonyayê Kişîda Fûmîo dostekî girîng ê Îngilîstanê ye û wiha got: "Em amade ne ku piştgiriyê bidin Japonyayê û geşedanan ji nêz ve bişopînin. Welatiyên Îngilistanê yên li herêma ku ji erdhejê zirar dîtiye divê pêşniyarên rayedarên Japonî cîddî bigrin."
Duh li parêzgeha Işikawa ya li rojavayê welêt û li peravên Nîvgirava Notoyê ya li vê herêmê di tevahiya rojê da li pey hev erdhej çêbûn.
Li gor daxuyaniya Miduriyeta Meteorolojiye ya Japonyayê (JMA) li heremê di navbera 2 saetan de bi lerza 5 û 7,6an ji 10an zêdetir erdhej çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin