NY: Em amade ne pistgiriya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bikin
PeyamaKurd - Cîgirê Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Claudio Cordon ragihand ku wan bi dilxweşî pêşwazî li ragihandina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya roja hilbijartinên Parlamena Kurdistanê kiriye û got: "Em hêvî dikin ku ew pêvajo careke din tûşî astengiyan nebe."
Li gor biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê hilbijartinên giştî yên dewra 6emîn a Parlamena Kurdistanê di 10ê Pûşperê de pêk bên.
Li gor wê biryarê, hemû aliyên pêwendîdar neçar in bi hevkariya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan gavên pêwîst bavêjin.
Claudio Cordon wiha peyivî: "Birêz Nêçîrvan Barzanî biryara diyarkirina roja hilbijartinên bê yên Parlamena Kurdistanê îmze kir. Eger daxwaz bê kirin em amade ne piştgiriya hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê bikin.
Li gor biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê hilbijartinên giştî yên dewra 6emîn a Parlamena Kurdistanê di 10ê Pûşperê de pêk bên.
Li gor wê biryarê, hemû aliyên pêwendîdar neçar in bi hevkariya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan gavên pêwîst bavêjin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin