Pistgiriya tevahî ji bo HSDê ji Wezîrê Derve yê nû yê Dewletên Yekbûyî Rubio!
PeyamaKurd – Marco Rubio diyar kir ku divê li Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bidome.
Marco Rubio ku ji aliyê Serokê hilbijartî Donald Trump ve wek Wezîrê Karên Derve hatiye namzedkirin, beşdarî rûniştina Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê di çarçoveya pêvajoya erêkirina Senatoyê ya ji bo namzetiya xwe de bû û bersiva pirsên senatoran da.
"Desthilatdariya hevkarên me encamên xwe hene"
Li ser pirsa Senatorê Demokrat Chris Van Hollen ku gelo ew piştgirî dide berdewamiya piştevaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo hêzên HSDê, Rubio got: "Bêguman. Ez jî wisa difikirim ku divê em qebûl bikin ku dev ji hevkarên me yên ku bi fedekarî û tirseke mezin, çekdarên DAIŞê xistine zindanan, wê encamên wê hebin. Yek ji sedemên ku me karîbû DAIŞê tune bikin ji ber ku wan dixwest wan di zindanan de bihêlin, ku ev yek ji wan re metirsiyek kesane ya mezin bû."
Rubio, diyar kir ku rewşa ne diyar a li Sûriyeyê jî dibe firsend, lê diyar kir ku kesên nû yên di rêveberiyê de wê nikaribin kontrola paşerojê ya FBI'yê derbas bikin û rabirdûya wan wê nehêle ku DYA rehet bibe û got. Lêbelê, heke gengaz be, ew êdî ne qada lîstikê ya DAIŞê ye û ne cîhek e ku komên olî, di nav wan de Xiristiyan jî, bandorê li wan bikin. Ji bo Rojhilat bibe xwedî Sûriyeyeke ku rêzê li kêmneteweyan bigire, Kurdan biparêze û ne wesîleya ku Îran terorîzma xwe bigihîne Hizbullahê û li Lubnanê bêîstiqrar bike.
"Niha bi Kurdan re agirbestek pir lawaz heye"
Marco Rubio, anî ziman ku li pêşiya vê derfetê ji bilî rêveberên nû gelek zehmetî hene û yek ji wan jî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û niyeta wî ye û got, "Agirbesteke gelekî lawaz bi Kurdan re heye. Niha girîng e ku ev yek were domandin, ez dibînim ku ji bo Erdogan girîng e ku ji zû de peyamek bide ku divê DYA guhertina desthilatdariyê wekî firsendek binpêkirina peymanên heyî nebîne.
Herwiha got, “Tişta ku em niha li Sûriyê dixwazin aramî ye. "Ji ber vê yekê em dikarin lêkolîn bikin ka çi derfet hene ku dînamîkek cûda derxînin, ji ber ku bandorek li Lubnan, Îsraîl, rewşa Xezze û berfirehiya Rojhilata Navîn heye" û hişyarî da ku Rûsya û Îran, ku ji Sûriyê hatine derxistin, wê di demekê de vegerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin