Pistî çend welatên ewropî Brîtanya jî firotina çekan bo Tirkiyê sekinand
PeyamaKurd - Hikûmeta Brîtanyayê ji ber êrişên Tikriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê biryar wergirt ku şandina çekan bo Tirkiyê bide sekinandin.
Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab îro ragihand, ew wan çekên ku îhtimal heye Tirkiye di êrîşa li ser Kurdan (Rojavayê Kurdistanê) de bikar bîne, nafiroşin û naşînin Tirkiyê.
Dominic Raab da zanîn, Brîtanya herwiha dê tevahiya wan rêkeftinên firotina çekan bo Tirkiyê jî li ber çavan re derbas bike.
Berî niha jî Fransa, Almanya, Fînlanda, Hollanda û çend welatên din yên Ewropî ji ber êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê firotin û şandina çekan bo Tirkiyê dabûn sekinandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin