Pistî êrîsa doh ya mosekî Îsraîlê baregehên Hemasê bombebaran kirin
PeyamaKurd - Balafirên şer ên Îsraîlê piştî êrîşa moşekî ya ser bajarê Biir El Sebie yê başûrê welat, hejmarek baregehên li Xezayê yên Hemasê bombebaran kirin.
Ajansa Mea ya Filîstînî ragihandiye ku helîkopterên Îsraîlê bi 5 moşekan li xalên Hemasê yên li başûr û rojavayê Xezayê dane û ziyaneke mezin gihîştiye wan baregehan.
Herwiha hatiye ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê baregehên tevgera Hemasê yên li rojhilatê Dêr El-Beleh a navenda Xezayê jî dane.
Hêjayî gotinê ye, doh dema Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana bajarê Xezayê kiribû, li nêzîkî wî êrîşeke moşekî li ser bajarê Biir El-Sebie yê başûrê Îsraîlê pêk hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin