Pistî êrîsê hilberîna petrola Siûdî hat rawestandin
PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Prens Abdulazîz bin Selman, ragihand ku piştî êrîşa doh ya Hûsiyan bi ser 2 kargehên petrolê yên Aramcoyê de, bi awayekî demkî hilberîna petrolê hatiye rawestandin.
Selamn ji ajansa SPAyê re ragihand ku li kargehên Aramco yên Bikayk û Hiraysê bi awayekî demkî hilberîna petrolê hatiye rawestandin, lê dê kêmbûna berhemanînê ji stokan bê dabînkirin.
Di encama êrîşa ku bi ser kargehên neftê yên Erebistana Siûdî hat kirin de, hilberîna 5.7 milyar bermîl petrola xam û 2 milyar bermîl gaza petrolê tê rawestandin ku ev bandoreke mezin li bazara cîhanê dike.
Ji êrîşa doh ya firokeyên bêmirov Îran berpirs hatibû dîtin ku Hûsiyên Yemenê bixwe jî piştgiriya xwe ji Îranê distînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin