Pistî kurê Sererkanê berê yê Îsraîlê biraziyê wî jî li Xezzeyê jiyana xwe ji dest da

09 December 2023 14:42 0 dîtin
Pistî kurê Sererkanê berê yê Îsraîlê biraziyê wî jî li Xezzeyê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê agahî parve kir ku piştî Gal Meîr Eisenkotê endamê kabîneya şer û kurê Sererkanê berê Gadî Eisenkot di pevçûnên li Şerîda Xezzeyê de hat kuştin, biraziyê wî jî hat kuştin.

Di nûçeya rojnameya Îbranî ya herêmî ya Îsraîlê "Yom Yom"ê de ev tişt hatin gotin: "Bêbawerî: Felaketeke din di malbata Eisenkot de. Biraziyê endamê kabîneya şer Gadî Eisenkot rojekê piştî ku kurê wî li Şerîda Xezzeyê di pevçûnan de hat kuştin."

Maor Meîr Cohen, kurê xwişka Eisenkot, Sharon Eisenkot Cohen, roja Înê di pevçûna li Xezzeyê de hat kuştin. Artêşa Îsraîlê derbarê mirina Cohen de hîn ti daxuyanî nedaye.

Gal Meîr Eisenkot, kurê endamê kabîneya şer a Îsraîlê û Sererkanê berê Gadî Eisenkot, di pevçûnên li Şerîda Xezzeyê de hat kuştin. Di nûçeya televîzyona Kanal 13 de hat diyarkirin ku kurê Eisenkot Gal di teqîna ku di tuneleka bombebarkirî ya li çoltera Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezzeyê pêk hat de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.