Pistî niqasê Trump û Biden daxuyanî dan
PeyamaKurd – Serokê berê yê DYAyê û namzedê serokomariyê yê Partiya Komarparêz Donald Trump piştî yekem nîqaşa wî ya weşana zindî bi hevrikê xwe Joe Biden re berî hilbijartinên serokatiyê di 5ê Mijdarê de got, “Pirsgirêk ne temenê Biden e, lê kêmasiya wî ye”
Trump: Biden nizane çi dike
Trump îdia kir ku wî li hemberî "mirovê ku hewl da welêt xera bike" di nîqaşa weşana zindî ya 27ê Hezîranê de serkeftineke mezin bi dest xistiye. Trump got Biden "nizanibû ku ew çi dike."
Trump da zanîn ku li cîhanê tu kes hurmetê nade Biden û got, "Pirsgirêk ne temenê Biden, kêmasiya wî ye."
Trump destnîşan kir ku bijartin di navbera "xurt û lawaz, têr û kêmasî û aştî û şer" de ye û destnîşan kir ku cîhan ji her demê bêtir nêzî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e.
Biden: Nêta min ew e ku ez di vê hilbijartinê de bi serkevim
Serokê Amerîkayê Joe Biden got, "Ez ne ciwan im, lê dizanim ku divê ez çi bikim." Biden diyar kir ku haya wî jê heye ku wek berê nikare bi hêsanî bimeşe û biaxive û wiha got: "Ez ne ciwan im, lê dizanim divê ez çi bikim."
Biden diyar kir ku ew dizane rastiyê biaxive û dikare ferqa rast û xeletiyê ji hev derxîne û wiha got, "Mîna bi mîlyonan Amerîkî ez jî dizanim ku gava ketim jî çawa rabim."
Biden got ku ew dizane ji bo xurtkirina aboriyê û parastina dinyayê "li hember kesên wek Pûtîn" çi hewce dike bike, wiha got: "Eger min ji dil bawer nedikir ku ez dikarim vî karî bikim, ez ê careke din ne bibûma berendam. Lê belê rîska ku Donald Trump ji bo vî welatî, azadî û demokrasiyê metirsîdar e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin