Pistî qezaya trênê wezîrê gihandinê yê Yûnanistanê îstifa kir

01 March 2023 20:37 0 dîtin
Pistî qezaya trênê wezîrê gihandinê yê Yûnanistanê îstifa kir

PeyamaKurd – Wezîrê Gihandinê yê Yûnanistanê Kostas Karamanlis, piştî qezaya trênê ku herî kêm 40 kesan can da, îstifa kir.

Li gorî rayedarên Yûnanistanê di qezaya trênên rêwiyan û bar de ku li bajaroka Tempî ya bakurê Larissa ya Yûnanistanê rû daye de, zêdetirî 40 kesan can daye û zêdetirî 13 rêwî jî birîndar bûne.

Piştî qezayê îro hikûmeta Yûnanê 3 roj şîna giştî ragihandibû û herî dawî Wezîrê Gihandinê Kostas Karamalîs jî ji kar vekişiya.

Piraniya rêwiyên trênê xwendekarên zanîngehê bûn ku ji betlaneyê vedigeriyan malên xwe. Li gorî medya Yûnan 7 xwendekar di encama qezayê de şewitîne û can dane. Polîsê Yûnan daye xuyakirin ku xebatên tespîtkirina cenazeyan li nexweşxaneyan berdewam dikin.

Li Yûnanistanê 3 roj şîna giştî hat ragihandin