PKK: Tu endamên me di nav hêzên sînorî yên Iraqê de tunebûn
PeyamaKurd - Li devera Soranê, di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de, Fermandarê Fewca 3 yê Pasavaniya Sînor Emîd Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya 2 yê Pasavaniya Sînor Mihemed Reşîd hatin kuştin.
Di derbarê bombebaranê de Berpirsê Peywendiyan yê PKK Kawa Şêxmûs ji malpera Bexdad El Yewm re ragihand, ‘‘Balafireke bêbalafirvan a Tirkiyê, karwaneke serbazî ya Iraqê ya ser bi hêzên pasavaniya sînor kire armanc, tu endamekî PKKê li cem hêzên sînorî yên Iraqê tunebû ku ji aliyê balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.
Berpirsê Peywendiyên PKKê eşkere kir ku tu endamekî PKKê li gel wê karwana armanckirî, tunebû.
Do di encama bombebarana Tirkiyê de, Emîd Zubêr Halî, Fermandarê Fewca 3 ya Pasevaniya Sînor û Mihemed Reşîd, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor li devera Soranê, canê xwe ji dest dan.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Tirkiyê ji meha Hezîranê de du operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li deverên sînorî ragihandin û herwiha hêzên leşkerî yên Tirkiyê sînorê Iraqê derbas kirine û her roj ji Xwakurk û Gara ve heta çiyayên navçeya Şarbajêr, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve têne bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin