PKKê wefata du rêveberên xwe yên berê li Rojavayê Kurdistanê ragihand
PeyamaKurd - PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 rêveberên wan ên berê ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbûn, ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Îrfan Guler bi nasnavê Adil Urfa û Saît Uçlu bi nasnavê Ferat ji bo “romana şoreşê binivîsînin” derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û Îrfan Guler di 14ê Adara 2021an de û Saît Uçlu jî di 29ê Adara 202an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Îrfan Guler ji damezirandinê ve li Siwêrekê tevlî PKKê bûye, heta sala 1980an di komîteya PKKê de erka sekreteriyê meşandiye, di dema darbeya 12 Îlona 1980an ketiye girtîgehê û di sala 2000î de serbest hatiye berdan.
Hatiye diyarkirin ku Saît Uçlu di sala 1977an de li Dîlokê tevlî PKKê bûye, piştî darbeya 12ê Îlonê li navçeya Curnê Reş ya Rihayê rêvebertî kiriye, paşê hatiye girtin û 20 sal di girtîgehê de maye.
Îrfan Guler û Saît Uçlu piştî ku girtîgehê derketine, vegeriyane nav PKKê û li Qendîlê di nav PKKê de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin