Plana Îranê ew e ku budceya xwe ya berevaniyê %200 zêde bike
PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê plan dike ku budceya xwe ya berevaniyê ji sedî 200 zêde bike. Medyaya dewletê îro li ser bi zarê berdevka hikûmetê Fatime Mohaceraniyê ragihand, piştî êrîşa Îranê li ser Îsraîlê di destpêka vê mehê de û êrîşa dawî ya li ser Îranê roja şemiyê, zêdekirina pilankirî ya budceya berevaniyê beşek e ji pêşnûmeya budceyê ku hikûmetê ji bo pesendkirinê pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Mohaceraniyê got, “Zêdebûneke berçav bi rêjeya %200 ji bo budceya berevaniyê ya welat tê dîtin.”
Îsraîlê roja 26ê cotmeha 2024an li Îranê xist, wek tolhildaneke ji ber bareke mûşekên ku Tehranê di 1ê Cotmehê de avêtibûn ser Îsraîlê ku Îsraîlê digot piraniya wan ji aliyê sîstemên wê yên berevaniya esmanî ve hatine xistin.
Tehranê duh, duşemê, ragihand ku ew dê “hemû amûr û vebjarkên berdest” bi kar bîne ji bo bersivdana êrîşa roja şemiyê ya Îsraîlê ku tesîsên leşkerî yên Îranê kiribû armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin