Plasschaert li Samê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re mijara koçberan û Kampa Holê gotûbêj kir

04 June 2022 23:08 0 dîtin
Plasschaert li Samê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re mijara koçberan û Kampa Holê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê û berpiras Nîvîsgeha NY (UNAMI) Jenin Plasschaert serdana Şamê kir û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re civiya.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, Plasschaert û Miqdad  îro 4ê Hezîranê li Şamê civîyan û bi taybet li ser alîkariyên mirovî û şert û mercên kampan û rewşa kampa Holê axivîn.

SANAyê diyar kiriye ku Miqdad tekezî li ser pêwîstiya dûrxistina karên mirovî ji siyasetkirin û standartên dualî kiriye û gotiye, divê Netewên Yekbûyî û hemû welatên ku welatiyên wan di kampan de hene ji bo vegerandina wan, hevahengî ligel Hikûmeta Sûriyê bikin.

Plasschaert jî piştevaniya xwe ji bo hevkariya kampên penaberan yên bi taybetî li ser sînorê Sûriye-Iraqê nîşan da.

SANAyê daye xuyakirin ku berpirsa NY amadebûna xwe ji bo karkirina ligel hikûmetên Sûriye û Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên Iraqî, bi taybet zarok û jinên li kampa Holê nîşan da.