Platforma medya civakî X li Tirkiyê ofîsa xwe vekir û nûnerê xwe tayîn kir
PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu, ragihand ku platforma medyayê ya bi anvê Xê li Tirkiyê ofîsa xwe vekiriye û ji bo xwe nûnerekî tayîn kiriye. Uraloğlu ragihand ku eger Xê nûner tayîn nekira wê tengkirina bandê bihata kirin Uraloğlu got:
“Eger Xê nûner tayîn nekira wê bi cezayê tengkirina bandê re rû bi rû bima. Nûner tayîn nekiribûn lê têkiliyên me hebûn. Di demên dawiyê de me qedexeya reklaman danîbû. Bandora xwe nîşan da. Me ji wan re got û ew jî egerê bicîh anîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin