Rûsya, platforma medya civakî Discordê qedexe kir

08 October 2024 23:13 0 dîtin
Rûsya, platforma medya civakî Discordê qedexe kir

PeyamaKurd – Rûsya platforma medya civakî bi taybetî ku ya peyamaye ya bi navê Discorde, li seranserê Rûsyayê qedexe kir. Sedem jî ‘ji ber îhlala qanûnên Rûsyayê kiriye’ nîşan da.

Dezgeya Kontrola Danûsitendina Civakî ya Agahiyên Teknolojik ya Rûsyayê (Roskomnadzor) ragihand ku Discord a ku peyaman radigîhîne û medya civakî ye, ji ber egerên qanûnî bicîh neaniye, li Rûsyayê asteng kirine.

Li gor ajansa TASSê; ji beşa çapemeniyê ya Roskomnadzorê hatiye ragihandin ku Discord qanûnên Rûsyayê îhlal kiriye, paltform bi armanca terorîstî, tundwarî hatiye bikaranîn, hemwelatiyan xapandiye, firotina meddeyên hişber li ser hatiye kirin, agahiyên li dijî qagûnan tê de hatine belavkirin û lewra hatiye qedexekirin.