Polîsê Almanya kesê sê kesan kêr kiribû, kust

15 June 2024 19:05 0 dîtin
Polîsê Almanya kesê sê kesan kêr kiribû, kust

PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Magdeburgê kesekî ku roja Înê derengê şevê kêrê li 3 kesan xist û kesekî giran birîndar kir, polîsê Almanya lê da û kuşt.

Li gor ragihandina rojnama Bildê; ku berdevkê polîs jê re gotiye ku êrîşker bê îzin ketiye partiya li nav baxçe dihat kirin û piştî ketiye hundir rastgele êrîşê xelkê kiriye.

Bi kêrê li kesên çûne partiyê xistiye, 3 kesan birîndar kiriye û kesekî jî giran birîndar kiriye. Hat ragihandin ku berya here partiyê kesekî dinê jî kuştiye.

Polîs, nasname û adresa êrîşker tesbît dike û seet di 21.30an de davêje ser mala wî û di operasyonê de tê kuştin. Di serê operasyonê de êrîşker birîndar dibe û paşî li nexweşxanê can dide.