Polîsê exlaqê yê Îranê dê weka berê tevnegere û kesî binçav neke

22 July 2023 01:21 0 dîtin
Polîsê exlaqê yê Îranê dê weka berê tevnegere û kesî binçav neke

PeyamaKurd – Îranê biryarê da ku polîsê exlaq yê bi navê ‘Dewriyeyên Îrşadê’, eger serê jina vekirîbe, wê polîs tenê hişyariyê bide wan û dê polîs nikaribe wan jinan bixe binçav. Ragihandina qanûna li ser jinên servekirî ji aliyê endamê komisyona siyaseta derve û ewlehiya netewî Yaqûb Rizazade de hat kirin. Rizazade weha got:

“Me ji bo polîsê exlaq sûınor daniye. Kesên servekirî wê ji aliyê polîsên exlaq de bên hişyarkirin û wê jinan nexin binçav. Alavên dewriyê tenê dê hişyariyê bidin.

Li ser xwepêşandanên ji bo keça Kurd Jîna Emînî ku polîsê exlaq yê Tehranê wê di îşkencê de kuştibûn, li seranserê Îranê û Kurdistanê xwepêşandan bi mehan dewam kiribûn. Lewra Îran guherînê xist qanûna jinan ya sergirtinê.