Polonya doza tazmînatê li Almanya dike

08 September 2022 22:05
Polonya doza tazmînatê li Almanya dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku bi sedema di şerê cîhanê yê 2 em de Almanya êrîşê Polonya kiribû û gelek kes ji Polonyayê kuştibûn, wê ji Almanya tazmînatê bistîne. Li gor ajansa dewletê ya Polonyayê PAP ê; Morawiecki bi malpera nizalezna.pl ya înternetê re hevpeyvîn kiriye û di hevpeyvîna xwe de weha gotiye:

“Ez bawerim em ê ji Almanya tazmînatê bistînin. Lê dê ev yekser çênebe. Ya girîng ew bû ku pêngava ewilî hat avêtin. Amadekirina rapora ku îsbat dike Almanya di şerê cîhanê yê 2 em de gelek zayîatan daye Polonya, pêngava yekeme. Pêngava duyem belavkirina raporê bû û dayîna nota ya dîplomatîk ya Almanya ye. Wê ev jî di nêz de bê bicîhanîn.”

Serokwezîr, di dewama axftina xwe de got ku di vê pêvajoyê de sedemên aliyê Almanya û çareseriya vê mijarê vedikolin.”

Hefteya borî Polonya raporekî belav kiribû ku di şerê cîhanê yê duyem de Almanya li dora 1,3 trîlyon Euro zerarê daye Polonyayê.”

Almanya di destpêka şerê cîhanê yê duyem de, ewilî êrîşê Polonyayê kiribû û şerê Polonya û Almanya dikeve navbera 1939-1945 an.