Polonyayê, bang li YEyê kir: Xwe di quncikan de venesêrin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, bang li rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku xwe li ber Rusyayê wêrek bin û xwe di quncikan de veneşêrin.
Morawiecki, piştî Lûtkeya Rêberan a Yekîtiya Ewropa-Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) ku bi boneya 45emîn salvegera têkiliyên dualî li Brukselê hat lidarxistin, di derbarê rojeva cîhanê de hin nirxandin kirin.
Mateusz Morawiecki diyar kir ku di hevdîtinan de êrîşa Rusyayê ya li dijî Ukraynayê hatiye şermezarkirin û got,
"Ragihandina van êrîşan, bi rastî jî ji bo avakirina tifaqan girîng e. Di vê demê de di asta Yekîtiya Ewropayê de xaleke hevpar tuneye. Ji ber vê yekê ez bang li hevkarên me yên YEyê dikim ku wêrek bin û di şûna ku xwe di quncikan de vedişêrin, ez bang dikim ku bila hêza xwe ya aborî bi kar bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin