Pompeo bi rêya telefonê sersaxî ji bo gelê Lubnanê ji Serokwezîrê Lubnanê xwest
PeyamaKurd – Di derbarê teqîna mezin ya li paytexta Lubnan Beyrûdê de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Lubnanê Hasan Diab re axifîn.
Li gor Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir û got, Pompeo ji ber teqîna li Beyrûdê, sersaxî ji bo gelê Lubnanê xwestiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ‘‘Wezîr Pompeo ji nû ve piştrast kir ku em bi biryar in alîkariyê bidin gelê Lubnanê yê hewil didin bandorên vê bûyerê ji holê rake.’’
Li gor daxuyanîyê, Pompeo ji Diab re daye zanîn ku ew piştgiriya gelê Lubnanê dikin û wê hevkariyê bikin.
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Saxlemî ya Lubnanê herî dawî dîyar kir, di teqîna li Beyrûdê de 135 kesan can dane, bi qasî 5000 kes birîndar bûne û bi dehan kes jî wenda ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin