Pompeo bo Çavusoglu: "Divê Brunson were azadkirin"

04 August 2018 21:08 0 dîtin
Pompeo bo Çavusoglu: "Divê Brunson were azadkirin"

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, ku ew hêvî dike rayedarên Tirkiyê, Andrew Brunson zû azad bikin.

Mike Pompeo di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku civîna roja înê ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu erênî bû û têde gotiye divê ew keşeyê Amerîkî were azadkirin.

Mike Pompeo amaje bi wê yekê jî kir ku Tirkiye endamekî girîng ê NATOyê ye û ligel hebûna wan pirsgirêkên navbera herdu welatan, Washington li ser karkirina bi Tirkiyê re berdewam dibe.

Roja Çarşema borî hikûmeta Amerîkayê ceza li ser herdu wezîrên navxwe û dadê yên Tirkiyê ferz kirin, bi hinceta ku di girtin û zîndankirina Keşe Andrew Brunson de rolê serekî lîstine.

Keşe Andrew Brunson ji Cotmeha 2016an ve bi tohmeta sîxurî û hewldana rûxandina hikûmeta Tirkiyê hatiye desteserkirin, lê Brunson wan tohmetan red dike.