Trump: Divê Kese Brunson were berdan!
PeyamaKurd- Keşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson ji Cotmeha 2016an ve girtî ye. Di celseya dawî de jî Brunson nehate berdan. Li ser vê yekê Trump got ku divê Erdogan tiştekî bike û Brunson were berdan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twiterê mesajek weşand û girtina keşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson rexne kir.
Trump di mesaja xwe de wiha got: Ev rezaleteke mezin e ku Tirkiyê keşeyê di girtîgehê de Andrew Craig Brunson berneda. Ev demeke dirêj e ku li Tirkiyê di girtîgehê de hatiye rehînkirin. Divê Erdogan ji bo vî xirîstiyan, bav û mêrê baş tiştekî bike. Wî tiştekî xirab nekiriye, hewceyiya malbata wî pê heye.
Keşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson di Cotmeha 2016an de ji ber endamtiya FETOyê hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin