Pompeo bo Çavusoglu: “S-400 xeyalên me sikandin”
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Şavuşoğlu re axifî û got bi kirîna sîstema hewayî ya S-400an xeyalên Amerîkayê şikandiye. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus de hat kirin.
Pompeo bo Çavuşoğlu di mijara Sûriyê de ragihand ku dê Washington berjewendiyên sînor yên navbera Sûriyê û Tirkiyê bidin ber çav û weha got:
“Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê endîşeyên Tirkiyê yê sînorê Sûriyê bidin ber çav û mijarê teyîd kir. Pompeo dubare kir ku dê ew hêzên herêmî yên ku bi koalîsyonê re dixeibtin, parastina wan girtine ser xwe û dê wan biparêzin.”
Berdevkê wezaretê her weha ragihand ku Pompeo bi sedema kuştina dîplomatê Tirkiyê, yê di 17 ê temmûzê de li Hewlêrê hatibû kuştin, sersaxiyê bo Mevlut Çavuşoğlu xwestiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin