Pompeo û Lavrov bi hev re bi telefonê axivîn!

31 May 2018 14:27
Pompeo û Lavrov bi hev re bi telefonê axivîn!

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got ku Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Mike Pompeo bi Wezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov re mijara Sûriyê û Ukraynayê axivî.

Di derbarê mijarê de Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Piştî ku Mike Pompeo hate ser wezîfê, ev cara pêşî ye ku bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re diaxive. Pompeo ji Lavrov re got ku em dixwazin ku pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re baştir bikin. Lê belê em naxwazin ku Rûsya têkilî karên me yên hundir bibe. Li dijî geşedanên wiha Amerîka amade ye ku bersivê bide.