Proseya nerazîbûnê ya li dijî encamên hilbijartinê destpê kir

31 October 2024 10:57 0 dîtin
Proseya nerazîbûnê ya li dijî encamên hilbijartinê destpê kir

PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê “pêvajoya îtîrazê” daye destpêkirin da ku hemû lîste û namzetên ku ji encaman ne razî ne, di heyama diyarkirî de li dijî encaman nerazî bin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro Pêncşemê 31.10.2024 ragihand, di navbera 31ê Cotmeha 2024an de, giliyên derbarê encamên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê de dikarin di navbera 31ê Cotmehê û 3ê Mijdarê de bên şandin.

Li gor zanyariyan, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê giliyên partiyên li ofîsên Herêma Kurdistanê û herwiha ofîsa niştimanî ya li Bexdayê dike.

Her çend li gor rêkarên komîsyonê tenê 3 roj muhleta wergirtina îtîrazê ye, lê ji ber ku sibe betlaneya fermî ye, lê komîsyonê biryar da ku heta roja Yekşemê bi dawî bibe, îtîrazê werbigire.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê doh (30ê Cotmehê) bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji ofîsa xwe ya li Hewlêrê, encamên dawî yên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.

Partiya Demokrata Kurdistanê: 812794 deng 39 kursî

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê: 409.548 deng 23 kursî

Naway Nwe: 292.032 deng 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 117.444 deng 7 kursî

Tevgera Helwest: 56.008 deng 4 kursî

Civaka Dadweriya Kurdistanê: 64.874 deng 3 kursî

Eniya Gel: 33.466 deng 2 kursî

Tevgera Goran: 11.641 deng 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 13254 deng 1 kursî