Pûtîn bang li artêsa Ûkrayna kir ku li dijî hikûmetê darbeya leskerî bike

25 February 2022 20:09 0 dîtin
Pûtîn bang li artêsa Ûkrayna kir ku li dijî hikûmetê darbeya leskerî bike

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro Înê di roja duyem a êrîşa ser Ûkraynayê de seroktiya Konseya Ewlekariya Rûsyayê kir.

Pûtîn piştî civînê, geşedanên dawî yên êrîşa ser Ûkraynayê nirxandin û peyamên tundkirina şer û hilweşandina hikûmeta Ûkraynayê dan.

Pûtîn bang li artêşa Ûkraynayê kir û got, "Careke din bang li artêşa Ûkraynayê dikim. Destûrê nedin we bikar bînin. Heger artêşa Ûkrayna deshilatdariyê ji kar bixe, wê lihevkirin hêsan bibe.”

Pûtîn herwiha hikûmeta Ûkraynayê wekî neonazî bi nav kir û îdia kir ku li bajaran teqînan pêk tînin û sivîlan jî wekî mertalên zindî bikar tînin daku bibêjin, em sivîlan dikujin.