Pûtîn bi awayekî awarte Konseya Ewlekariyê dicivîne

21 February 2022 15:28 0 dîtin
Pûtîn bi awayekî awarte Konseya Ewlekariyê dicivîne

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand ku wê bi seroktiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê bi awayekî awarte bicive.

Berdevkê Kremlînê daye xuyakirin ku dibe Pûtîn bixwe jî di konseyê de li ser rewşa dawî ya bi krîza Ûkraynayê derketiye holê axaftinekê bike.

Herwiha Peskov da zanîn ku Pûtîn û Biden heger pêwîst bê dîtin li ser krîza Ûkraynayê rûbirû û bi telefonê her dema ku bixwazin dikarin hevdîtinê bikin.

Berdevkê Kremlînê diyar kiriye ku wê Pûtîn îro Duşemê çend hevdîtinên navneteweyî pêk bîne.

Li aliyê din li gorî ragihandina medya cîhanî Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî pêwendiya Pûtîn-Macron ya 20ê Sibatê lihev kirine ku lûtkeyeke “bingehîn” derbarê Ukraynayê de saz bikin, lê bi mercê şerê Ukraynayê neqewime.

Ji Kremlîn û Koşka Elysee daxuyanî: Macron û Pûtîn li ser rêya çareseriyê li hev kir