Putin biryarnama alîkariya leskerên li Ûkraynayê hatin kustin îmze kir

04 January 2023 01:43 0 dîtin
Putin biryarnama alîkariya leskerên li Ûkraynayê hatin kustin îmze kir

PeyamaKurd –Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser leşkerên Rûsyayê yên ku li Ûkraynayê hatine kuştin an birîndar bûne, biryarnameyekî derxist û îmze kir. Biryarname li ser alîkariya maddî ya malbatên leşkeraye ku wê alîkarî ji wan re bêkirin. Li gor biryarnamê; ji bo yek carekî wê dewlet 3 milyon Ruble an ku 41 hezar dolar pere bide malbatên leşkerên ku birîndar bûne.

Di biryarnamê de xaleka dinê jî ji bo malbatên leşkerên kuştî ne ku ji bo yek carekî wê 5 milyon Ruble pere bidina malbatan ku li ser hesabê dolar dike 71 hezar û 500 dolar.

Malbat dikarin belgeyên xwe di ser malpera destnîşankirî jî bişînin ji dewletê re.